Blinken û Kuleba Ser Rewişa Dawî Axifîn

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Berevanî Lloyd Austin bi hemtayên xwe yên Ukraynî re axifîn.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Blinken û hemtayê wî yê Ukraynî Dmytro Kuleba ser ewlekarîya Ukrayna û alîkarîya mirovî danûstandin kirine.

Her du wezîr ser geşkirina hewildanên dîplomatîk yên bo rawestandin şer jî peyivîne.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka, Blinken ji Kuleba re daye zanîn ku ew piştgirîya serwerî û yekîtîya axa Ukrayna dikin.

Pentagonê jî ser axifîna Wezîrê Berevanî Lloyd Austin û hemtayê wî yê Ukraynî Oleksii Reznikov daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Li gor daxuyanîya Pentagonê, Austin û Reznikov ser alîkarîyên bo berevanîya artêşa Ukrayna danûstandin kirine.