Blinken û Wezîrê Derve yê Çînê Ser Peywendîyên Dualî Axifîn

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hemtayê wî yê Çînî Wang Yi bi rêka telefonê axifîne.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê da zanîn ku Blinken û Wang Yi ser şerê Rûsya û Ukrayna peyivîne.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka, Blinken ji Wang Yi re daye zanîn ku tevgerên Rûsya yê li Ukrayna bo ewlekarîya cîhanê û îstiqrara aborî gefan çêdikin.

Blinken dîyar kiriye ku ew gef berê xwe didin Amerîka jî.

Her du wezîran ser domandina peywendîyên vekirî li hev kiriye.

Wezareta Derve ya Çînê jî ser danûstandina her du wezîran daxuyanîyek belav kir.

Ew wezaret dide zanîn ku Wang Yi ji Blinken re gotiye ku divê Amerîka dawî li zext û sînordarkirinên dijî Çînê bîne û rê li ber peywendîyan negire.