Blinken Serdana 3 Welatên Afrîqayê Dike

Secretary of State Antony Blinken speaks during a news conference with Foreign Affairs Secretary Raychelle Omamo at a news conference at the Serena Hotel in Nairobi, Kenya, Nov. 17, 2021.

Serdana Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken bo sê welatên Afrîqayê despê kir. Blinken li Nairobi, paytexta Kenyayê, bi çalakvanên mafên mirov re civîya û li ser paşve kişandina demokrasîye li seranserî cihanê axifî.

Blinken got “Demokrasîyên zindî wekî Kenya jî dibe qurbanîya zanyarîyên ne rast, gendelî, tundîya sîyasî, û binpêkirina dengderan in.”

Wezîrê Amerîkî her wiha got “Amerîka bi xwe jî, ji wan pirsgirêkan azad nîne”. Mebesta Blinken êrîşa 6ê Rêbendanê ya li dijî Kongresa Amerîkî bû ku wê demê alîgirên serokê berê Donald Trump dixwest ku zorê li qanûndanerên Amerîkî bikin ku serkeftina Joe Biden di hilbijartina serokatîyê de qebûl nekin. Blinken got “me dît çawa demokrasîya me jî dikare lawaz bibe”.

Blinken ji beşdarvanên civînê re got ku Amerîka dixwaze nerîn û fikrên wan bo çareserkirina pirsgirêkên demokrasîyê bizan e, ku bikare bibe alîkar.

Piştî Kenya, wê Blinken serdana Nejîrya û Senegalê bike. Hêjayî gotinê ye ku, tevî ku Amerîka alîkarîya diravî û bo pêşigirtina virusa koronayê vaksîn dişîne wan welatan, bandora wê li wan herêman ne zêde serkeftî ye.