Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Yekşemê bi serdaneke neragihandî ya ewlekarî ya bilind çû Kenara Rojava ya di bin dagirkerîya Îsraîlê de û bi serokê deshilatdariya Filistînî Mehmûd Ebbas re hevdîtin kir, li gorî wêneyên ku ji alîyê Desthilata Felestînî ve hatine belavkirin.
Dîplomatê payebilind ê Amerîkî bi Ebbas re li Ramallahê civiya, di demekê de ku nîgeraniya cîhanî li ser zêdebûna tundûtûjiyê li axa dagirkirî hevdem e ligel şerê Îsraîl û Hemasê li Xezayê ji 7ê Cotmehê ve zêde dibe.
Şer piştî êrîşa çekdarên Hemasê li ser başûrê Îsraîlê destpê kir û li gor berpirsên Îsraîlî 1400 kes hatin kuştin ku piraniya wan sivîl bûn.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê, ji destpêka şer ve, êrîşa bejahî, hewayî û deryayî ya Îsraîl li ser Xezayê nêzîkî 9,500 kuştin.
Blinken sê geşt bo Îsraîlê kirine û serdana gelek welatên din ên Ereb jî kiriye, lê ji 7ê Cotmehê û ve ev yekem gera wî ya li Kenara Rojava ye.
Ev geşt ji ber sedemên ewlehiyê pêşwext nehatibû ragihandin û piştî ku Blinken roja Înê serdana Urdun û Îsraîlê kir, hat.
Blinken piştî hevdîtina bi Şahê Urdunê Abdullah re "hizra xwe ya li ser zêdebûna tundûtûjiyê li Kenara Rojava anî ziman û tekezî li ser pabendbûna Amerîkayê kir ku bi hevkaran re ji bo aştiyeke mayînde li herêmê bixebite."
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Filistînî ku navenda wê li Ramallahê ye, ji destpêka şer ve zêdetirî 150 Filistînî di pevçûnên bi leşkerên Îsraîlê re û êrîşên şûnwarkiriyên Îsraîlê hatine kuştin.
Hevdîtina Blinken bi Ebbas re, ku partiya ilmanî Fetih hevrika Hemasê ye, di demekê de hat ku Washington piştgiriya siyasî û leşkerî daye Îsraîlê.
Blinken herî dawî got ku divê Desthilatdariya Filistînî Xeta Xezayê ya ku niha ji aliyê Hemasê ve tê birêvebirin, bigre bin kontrola xwe.
Amerîka û hejmarek ji welatên Ewropî û Erebî û herwiha Netewên Yekgirtî, li hember gurbûna aloziyan li Kenara Rojava hişyarî dan.
Blinken di gera xwe ya Rojhilata Navîn de ji bo parastina sivîlan û hêsankirina gihandina alîkariyan li Kerta Xezayê, piştgiriya "bêhinvedanên mirovahî" kir.
Çaverêye ew îro Yekşemê biçe Enqereya Tirkiyê.
Çavkanî: AFP