Têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê û Wateya Serdana Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja Înê gihîşt Stenbolê û îro Şemiyê li Koşka Wahdettîn bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re nêzîkî du saetan civîya.

Di civîna Fîdan û Blinken de şerê Îsraîl û Hamasê, pirsgirêkên herêmê û têkilîyên dualî yên navbera Tirkîyê û Amerîkayê cî girtin.

Blinken ji alîyê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve jî hete pêşwazîkirin.

Berî hatina Blinken, di nav çapemenîya Tirkîyê de, li ser vê serdanê, gelek gotûbêj hatin kirin. Bêtirî van nîqaşan li ser balafirên F-16 û endamtîya Swêdê ya NATOyê bû.

Blinken ji şerê dawî yê Îsraîl û Hamasê ve, ku sê mehan berê destpêkiribû, cara çaran e ku derdikeve gera li Rojhilatê Navîn û ev yek jî li Tirkîyê da destpêkirin.

Serdana Blinken gelo di warê pêşketina têkilîyên Tirkîyê û Amerîkay de tê çi wateyê?

Serokê Enstîtuya Polîtîkayên Derve Huseyîn Bagci ev serdana Blinken û rewşa têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê di çi astê de ye, ji Dengê Amerîkayê re şîrove kir.

Huseyin Bagci

Bagci, radigîhîne ku ev serdana Blinken li gor yên din cihekî bêtir girîng digre:

“Hêvîyên herdu alîyan jî zêde ne. Di nav vê salê de ev serdan yekem e û li gor yên din jî cuda ye. Şerê Gazayê, Tirkîyê û Amerîkayê ji nêz ve eleqeder dike. Tirkîye li ser masê vê yekê dixwaze ku bi Amerîkayê re nîqaş bike. Dîsa di demên dawî de êrîşên terorîstî li Îranê û hin deverên din pêk hatin, xeynî van, pirsgirêkên heremê her ku diçe zêde dibin. Tirkîyê dixwaze ku bi Amerîkayê re van pirsgirêkan nîqaş bike. Ji ber vê jî, ku herdu alî pêkve tevbigerin, ev serdana Blinken girînge.”

Pozberîyên ku di navbera Ukrayna û Rûsyayê pêk hatine di demên dawî de bêtir gur bûbûn. Bagci radigîhîne ku Tirkîye vê yekê jî dixwaze bi Amerîkayê re gotûbêj bike. Li gor Bagci, endamtîya Swêdê ya li NATOyê û dayîna balafirên F-16 jî Tirkîyê dixwaze ku li gel Amerîkayê safî bike.

Pisporê ewlekarîyê Cahît Armagan jî ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku şerê Îsraîl û Hamasê di rojeva herdû wezîran de wek mijara sereke hate gotûbêjkirin.

Cahit Armagan

“Serdana Blinken di gelek waran de em dikarin binirxînin, lê li vê derê dikarim bêjim ku di du alî de bêtir girînge. Bi ya min ya yekemîn pirsgirêka Gazayê, ya dûyemîn jî têkilîyên Tirkîyê û Yûnanîstanê ye. Li gor min, ev demeke dirêj e ku Amerîka, di mesela Yûnanîstanê ya warê sîyaseteke hevsengîyê de, vê carê dixwaze tiştekî nû saz bike.”

Li gor Armagan, jibo endamtîya Swêdê ya NATOyê, pêwîste ku Tirkîye di demeke kurd de vê yekê erê bike, heke neyê pesendkirin, dibe ku hin xetere jî pêk werin:

“Wisa dixwîye ku Amerîka dibêje endamtîya Swêdê hûn erê bikin em jî rê ji F-16an re vedikin. Heke Tirkîyê endamtîya Swêdê zêde dereng bixe, dibe ku Amerîka berî Tirkîyê balefirên şer bifroşe Yûnanîstanê.”

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Eyyup Demir