Blinken Wê li Ewrupa Ser Gaza û Ukrayna Danûstandinan Bike

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken vê hefteyê jibo danûstandinên ser rewişa Ukrayna, Gaza û Haîtî û bazirganîyên bi Ermenistan û Yekîtîya Ewrupa (YE) re serdana Fransa û Belçîka dike.

Blinken, ku li Parîsê dest bi gera xwe dike, li gor daxuyanîya wezaretê wê bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re ser piştgirîya jibo Ukrayna, sekinandina gurbûna şerê Hamas û Îsraîlê û îstiqrara jibo Haîtîyê biaxife.

Rûsya, Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ji wê çaxê vir ve du alîgirên li pêş yên Kîevê, Amerîka û Fransa ne.

Blinken wê bi Rêberê Giştî yê UNESCO Audrey Azoulay re ser piştgirîya Amerîka ya jibo çand û perwerdehîyê bipeyîve.

Dîplomatê payabilind yê Amerîka wê jibo civîna wezîrên derve yên NATO, ku salvegara xwe ya 75’an pîroz dike, serdana Brukselê bike.

Çaverê ye Blinken li Brukselê bi hevtayê xwe yê Ukraynî Dmytro Kuleba û bi Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg re bicive.

Amerîka û YE û Ermenista wê roja Înê civîneke sêalî li dar xin û li gor daxuyanîya Wezareta Derve wê civîn ser piştgirîya Amerîka û YE ya jibo xurtbûna aborî ya Ermenistanê be ku hewil dide şirîkên xwe yên bazirganîyê zêde bike.

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan wê jibo delegasyonên xwe rêberîyê bikin.

Jêder: VOA