Di hevpeyvînekê de ligel berpirsa ofîsa Dengê Amerîka li Rojhilata Ewrupayê Myroslava Gongadze, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken, ku roja Çarşemê serdana Kyivê kir, behsa gelek babetên girêdayî krîza ligel Rûsyayê derbarê Ukraynayê kir.
Ev deqê hevpeyvînê ye:
Pirs: Îro wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken bi me re da ku em vê krîzê gotûbêj bikin. Birêz Blinken, spas jibo vê derfetê. Rêvebiriya we gotiye mumikin Rûsya di her kêlîkekê de êrîşî Ukranayê bibe. Rêvebîrya we amade ye çi bike jibo rê li ber vê êrîşa pêkan ya Rûsyayê bigire. Çi ne ew sê gavên ku hûn amade ne bavêjin eger hate û Rûsya êrîşî Ukraynayê kir?
Blinken: Destpêkê me bijareke zelal pêşkêşî Rûsyayê kir, bijareya di navbera diyalog û diplomasîy de ji alîyê ve, û rûbirûbûn û bertek ji alîyekî din ve. Me beşdarî danûstandinên diplomatîk yên rasterast ligel Rûsyayê bûn. Hêvîya min her ew e ku Rûsya rêka diplomatîk bistîne. Bê guman ew jibo me ya baş e. Lê ser xala te behs kirî, me wiha jî ji wan re zelal kirye ku eger Rûsya dijminahiya xwe dijî Ukranayê nû bike, ne tenê em wekî Amerîka, lê belê gelek welatên din li seranserê Ewrupa û wekî din jî, emê bi hêz bersivê bidin û ewê ev yek di sê rêkan de be. Ya yekê, em bi berfirehî li ser siza û tolên darayî û aborî kar dikin. Ez behsa hûrgilyên vê yekê nakim, lê em wê bi nêzîkahî ligel hevalbend û hevparên xwe yên Ewrupî dikin. Berteka duwem, wê hema bê guman alîkarîyeke bêtir be, alîkarîya berevanî bo Ukraynayê. Ya sêyem jî, hema tekezkirî ye ku ewê NATO bergeriya xwe li rexê xwe yê rojhilatê bihêz bike
Tişta balkêş ew e, dema tu vegerî 2014an, Serok Putin ew tişta ku wî digot dixwaze rê li ber bigire, wî tersî wê yekê kir, jiber ku NATO êdî hebûna xwe bihêz kir, piştî ku Rûsya herêmên Qirim û Donbass kontrol kir. Vêca, me bertek bi zelalî ji Rûsya re danîne, lê riya herî baş jibo çareserkirina cudahiyan diplomasî ye. Emê binerin ka Serok Putin dixwaze di kîjan rêkê re biçe.
Pirsa rakirina Rûsya ji sîstema SWIFT hîn li ser maseyê ye, gelo? Û eger heye ku tole li dijî Putin û malbata wê werin danîn?
Tişta ku ez dikarim ji te re bibêjim ev e, ne tenê ez vê yekê dibêjin, welatên G-7 anku aborîyên serekî li cîhanê, Yekîtîya Ewrupa û NATO, hemûyan wekî dezgeh, wekî komên welatan ragihandine ku wê bertekên mezin hebin eger Rûsya dijminahiya xwe li hember Ukraynayê dubar bike. Me herwiha gotiye, ku gavên emê berê xwe didine, pir mezintir ji ewên ku me sala 2014an avêt. Ez hûrgilîyan li vir Nadim ka ev gav çi ne, lê ez dikarim ji te re bêjim ku bertek dê zêde tund bin. Lê dîsa ez dixwazim rijdîyê ser wê rastîyê bikim ku dê pir baştir be eger me nekevin wê rîyê. Em bi temamî jê re amade ne, lê xwesteka serekî ew ku em karibin cudahîyên xwe bi rîya diplomasîyê çareser bikin. Rûsya.
Rûsya daxwaz bersiveke nivîskî dike ku tê de qet endamtîya Ukrayanyê di NATOyê de neyê qebûl kirin. Gelo hûn tiştekî wisa amade dikin û çi ye?
Wek min got, danûstandinên me yên girîng hefteya borî hebûn. Niha derfetek bo Rûsya û bo me hemûyan heye, anku Amerîkayê û hevalbendên me yên Ewrupî, ku em van tiştên me ji hev bihîstîye bibin… Rûs çûne ku ez bawer dikim şêwira Serok Putin bikin. Min jî heman tişt ligel Serok Biden kiriye. Ewrupiyan jî heman tişt ligel rêverên xwe kirine. Qonaxa bê di vê prosesê de ew ku ez ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Lavrov roja Înêyê bicivim û bibînin ka ewê bersiva Rûsan ser tişta ku me gotûbêj kiriye çi be. Ewê ji me jî tiştekî bibihîzin. Lê belê wê jî, Serok Biden daxwaz ji min kir ku werim vir da ku ligel hevkarên me yên Ukraynî jî şêwirê bikin û paşê sibe jî li Berlînê emê ligel hevalbendên xwe yên Ewrupî yên herî nêzîk kom bibin. Me eyn wisa ev yek kiriye. Me her tişt bi şêwireke nêzîk kiriye, berî û piştî çi danûstandinên ligel Rûsyayê.
Lê te bersiva pirsa min neda. Hûn amade ne ku bersiveke nivîskî bidin jibo daxwazên Rûsyayê?
Niha gava bê ew e ku ez ligel Wezîrê Derve Lavrov kom bibim. Ka em bibînin emê piştî Înîyê li ku derê bin û paşê em berdewam bikin.
Pirseke min derbarê civîna te bi birêz Lavrov re heye. Lê tu dibînî ku Kremlin vê gavê dê helwesta xwe biguhere?
Belgeyeke rasterast nîne ku vê yekê bibêje. Mixabin, em dibînin ku Rûsya hîn jî komkirina leşkerên xwe lser sînorên Ukraynayê dom dike. Ev proses xuya ye berdewam dike. Li aliyê din, rastîya ku em li Cinavayê kom dibin, rastîya ku em hizrên xwe gotûbêj û me ev yek di 10 rojên dawî de jî kiriye, ev hemû nîşan in ku diplomasî her dimîne egereke vekirî. Em bixwe biryarder in ku heta ji me bê, em pêk bînin. Em dixwazin her kevirekî diplomasî hebe, biqulêpin, çûnkî ev bijare pir baştir e û bêtir cihê berpirsîyê ye jibo danûstandina ligel probleman.
Rêkeftina Minskê wekî çareserîya herî baş jibo vê krîzê tê dîtin. Lê belê, Rûsya û Ukrayna bi du awayên cud vê rêkeftinê dixwînin. Divê çi were kirin heta ku ev rêkeftin bicih were, yan jî dem dema gotûbêjkirina tiştekî nû ye?
Ez bawer nakim ku pêdivî bi jinûve gotûbêjkirina rêkeftinê heye. Wek te gotî, rêkeftinek heye. Bi rastî, sê rêkeftin hene, jiber ku rêkeftina Minsk bi demê re di salên 2014 û 2015an de pêş ket. Hejmarek gavên pir zelal hene ku divê herdu alî bavêjin. Ez bawer dikim em dikarin bêjin ku Ukrayna, gelek ji wan gavan yan bicîh anîye an jî destpê kiriye ku bicih bîne, û hinek hene jî ku hîn nêzîkî wan nebûye. Lê mixabin, em herwiha dikarin bêjin ku Rûsya hema hema tiştek nekiriye di warê pêkanîna wan gavên ku divê jibo rêkeftina Minskê werin avêtin. Lewra pirs yekê ew e, ka gelo Rûsya cidî ye ku pirsgirêka Donbasê bi rîya prosesa Minsk çareser bike? Eger cidî be, ez ligel te hevbîr im, ew ya herî baş e, û niha bi rastî riya bi tenê ye ku em bi pêş ve biçin. Fransa û Almanya beşekî girng in ji vê yekê, bi riya formata ku bi nav Normandy tê zanîn. Hinek civîn di wî warî dê werin kirin. Dîsa jî, ew yek test ka gelo Rûsya cidî ye derbarê wê prosesê. Nîşanek erênî ku me di çend hefteyên dawî de dîtiye, dema mesele tê ser Minsk, agirbesteke sist e. Ev xuya ye ku baştirbûnek hember tiştên ku me berî dîtine. Ev yek me vedigerîne cihê ku em sala 2020an lê bûn. Lê pirsa rasteqîn ew e, gelo Rûsya cidî ye ku wê pêk bîne? Eger cidî be, em amade ne ku alîkar û piştgir bin di vê prosesa Normandy de ku Fransa, Almanya, Ukrayna û Rûsya tê de beşdar in.
Madem te behsa formata Normandy kir, gelek axaftin hebû derbarê tevlîbûna Amerîka nav wê prosesê. Gelo Amerîkî wê yekê did ber çavan?
Pirs ne pirsa beşdarîya wê format ye. Pirs ew e ku bi sûd e ku em tevlî wê bibin û alîkarîya tiştan bikin, û bi çi şêweyî piştgirîyê bikin. Eger bersiv erê be, em bi temamî amade ne ku wê yekê bikin. Helbet me gotiye û me ew bi hevalbendên xwe Fransa û Almanya re parve kiriye. Lê me herwiha ew yek ligel Rûsya û Ukraynayê jî parve kiriye.
Şîretvana Ewlekarîya Niştimanî ya Amerîkî vê dawîyê got ku eger Rûsa bixwaze xeta Nord Stream dest bikar bike, divê ew dijminahîya xwe li Ukraynayê rawestîne. Ma Amerîka amade ye ku qedandin û çalakkirina vê xetê qebûl bike jibo ku Rûsya hêzên xwe ji ser sînorê Ukraynayê vekişîne?
Em bi berdewamî li dijî wê xetê ne, jiber gelek sedema ku baş naskirî ne û ji mêj ve naskirî ne. Em bawer dikin ku ev xet elwekarîya enerjîya Ewrupayê lawaz dike. Ew bêguman dê ziyanê bigihîne Ukraynayê jî, di nav de ew bijareyekê dide Rûsya ku xeta heyî ya ku di Ukraynayê re derbaz dibe, êdî nema bikar bîne – ku bixwe gelek dahatên tranzîtê ji Ukraynayê re tîne. Helbet lîsteya van sedeman dirêj e. Lê ev xet hatiye qedandin. Avakirina wê temam bûye, lê tenê ew kar nake. Lê derbarê xala ku Jake Sullivan, şîretvanê ewlekarîya niştimanî, ev xet ji me re xaleke bikaranîna bandorê wekî çawa ku ji Rûsya re wisa, eger ne bêtir be, çûnkî hizra ku eger Rûsya dijminarîyeke nû hember Ukraynayê pêk anî û êdî ewê gaz di riya wê xetê re were veguhestin, ew hizir gelek nepêkan e. Lewrwa faktereke balkêş eger ew bandorê li boçûna Rûsyayê dike li vê dema ku ew difikire çi bike.
Niha du pirsên min derbarê rewşa navxweyî li Ukraynayê hene. Serok Zelensky bi awayekî kesanî soz da Serok Biden ku şerê gendelîyê bike. Wê soz da ku dozgerekî taybet yê dijî gendeliyê berî dawîya 2021ê destnîşan bike. Lê belê, gelek welatîyên Ukraynî bawer dikin ku reformên li dijî gendeliyê tê sabote kirin. Wekî hevparekî stratejîk, gelo Amerîka ji pêşketina reformê li Ukraynayê razî ye? Gelo Ukrayna li jêr metirîya windakirina piştgirîya Amerîkî ye eger hikûmet pêgirîya xwe ya ajendeya reformê pêk neyîne?
Îro derfeta min çê bû ku hinek wext ligel Serok Zelensky biborînim. Me nîqaşeke pir baş kir derbarê hemû van pirsgirêkan, di nav de pirsa reformê. Serok Zelensky dixwaze ku reformê pêk bîne, û herî dawî jî pêkanîna reforma dadwerî. Lê divê hinek tiştên din werin kirin, wekî destnîşankirina vî komîsarî ku divê û dikare çi kêlîkê çê bibe. Vêca em lê dinerin ku ewê ev yek çê bibe. Zehmet e. Gelek givaştinên ji hundir û derve hene, lê ew li ser riya reformê û pêşketina Ukranyayê ye. Em jî biryarder in ku piştgirîya vê prosesê bikin. Pêşveçûna Ukraynayê girêdayî pêkanîna van reforman e. Lewra em li serokî dinerin û li wan hewildanan dinerin. Em pir piştgirîya wî di wan hewildanan de dikin û emê her piştgirîya Ukraynayê bikin jibo ku wan bizavan pêk bîne.
Gelek spas! Wa ji min re nîşan didin ku wexta me nema ye, lê ez rica dikim ka pirseke din bikim. Li nêzîk vê avahîya ku em lê rûniştine, rûniştineke guhdarîkirinê li dadgehê ser tawanên îxanetê li dijî serokê berê Poroshenko tê kirin. Gelek pispor û siyasetvanên berê yên Rojavayî fikarên xwe anîne ziman û hinek jî dibêjin ev tawan sîyasî ne. Tu dibînî ku ev tawan û prosesa dadwerîyê di cihê xwe de li vê dema ku şerek li ber e?
Ez nikarim têkevin nav hûrgiliyên vê doza taybet. Lê ez dikarim vê bêjim: Gelekî girîng e ku çi prosesa dadwerî ku were lidar xistin, çi ev be, çi jî yeke din, pêwîst e ku bi awayekî serbixwe birêve biçe, li gor desthilata qanûnê û bêyî tirs. Xala duwem, ez bawer dikim dem dema yekîtiya niştimanî ye, jiber metirîya ku ji Rûsyayê tê. Girîng e ku welatîyên Ukraynî werin cem hev, tevî hemû cudahiyên siyasî. Yek ji metodên Rûsya ew ku hewla parçekirinê bike, cudahiyan çê bike. Girîng e ku Ukraynî werin cem hev û li hember vê yekê di ber xwe de bidin û pêşî li zehmetîyên ku Rûsya datîne, bigirin. Divê em wekî welatekî hevgirtî werin cem hev jibo paşerojeke baş ku Amerîka piştgirîya wê dide, paşerojek ku tê asteng kirin.