Blinken: Rûsya bi Awayekî 'Hovane' li Ukrayna Tevdigere

Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Înê got ku Rûsya bi awayekî "hovane" dixebite û dibe ku berpirsa tawanên şer be piştî vedîtina gorên girseyî li Ukraynayê.

“Ev tişt beşek ji çîrokeke berdewam ku em her cara ku Rûsya devereke Ukraynayê ji dest dide ku berê dagîr kiribû,” Blinken got.

Axaftinên karbidestê Amerîkî hatin piştî ku bêtirî 440 gorên girseyî li devera Izyum ya bakur rojhilata Ukraynayê hatin dîtin.

Blinken bang li Ukraynîyan kir ku belgekirina tawanan pêk bînin û da zanîn ku divê muhasebe kirin hebe.

"Di gelek mînakan de, ev kiryar digihêjin asta tawanên şer ku bi bawerîya min çarçoveya herî durist e ku mirov berê xwe bide vê yekê," Blinken got.