Blinken Îro Careke Din Diçe Rojhilata Navîn

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê diçe Rojhilata Navîn ku serdana Îsraîl û jimareke welatên heremî bike.

Li gor ragihandina karbidestekî payebilind yê Amerîkî Blinkên wê bi berpirsên wan welatan re şer kêşeya Îsraîl û Filîstînê, bi taybet jî rewşa şerê li Gaza şêwirên dîplomatîk bike.

Li gor heman karbidestî, Blinken wê êvara Pêncşemê bi rê keve û li Îsraîl, Kenara Rojava, Tirkîye, Yunanistan, Urdun, Qatar, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Erebistana Saudî û Misirê danûstandinan bike.

Karbidestê Amerîkî herwiha got ku nûnerê dîplomatîk yê Amerîkî Amos Hochstein jî bi Blinken re diçe Îsraîlê ku alozîyên navbera Îsraîl û Hîzbullah nerm bike.

Serokê Amerîka Joe Biden di rojên dawî de bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axifîbû û mijarn wek alîkarîyên mirovahîî ji Gaza re û azadkirina dîlên destê Hamasê gotûbêj kiribûn.

Hêjayî balkişandinê ye ku Blinken ji destpêbûna şerê Îsraîl û Hamasê vir ve, cara çaran e ku dihere Rojhilata Navîn.

Jêder: Reuters