Blinken Jiber Rojnamevanê Amerîkî yê li Rûsya Girtî bi Lavrov re Axifî

(arşîv)

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken xwest ku rojnamevanê Amerîkî Evan Gershkovick, ku li Rûsya girtî ye, demûdest were berdan.

Blinken ew daxwaz di telefonê de ji hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re got.

Rûsya, rojnamevanê Wall Street Journal Gershkovich bi sîxurîyê tawanbar dike.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Vedant Patel bi daxuyanîyeke nivîskî Blinken di telefonê de ji Lavrov re gotiye ku ew jiber girtina rojnamevanê Amerîkî ketine fikarên kûr.

Wî bang li Rûsya kiriye ku Gershkovich demûdest were berdan.

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku Lavrov ji Blinken re gotiye ku ewê dadgeh rewşa Gershkovich dîyar bike.

Amerîka bang li hemwelatîyên xwe yên li Rûsya didke ku demûdest ji Rûsya derkevin.