Blinken Wê Careke Din Serdana Îsraîlê Bike

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Wezîrê Derve Antony Blinken wê roja Înê serdana Îsraîlê bike.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka, Blinken wê bi rêberên hikûmeta Îsraîlê re danûstandinê bike û here hin welatên din yên li herêmê.

Hîn ne zelal e ku Blinken wê bi rêberên Filîstînî re jî bicive yan ne.

Blinken di rojên borî de jî serdana Rojhilata Navîn kiribû.

Ji alîyê din ve Wezareta Berevanî ya Amerîka, ragihand ku ewê 300 leşkerên din li Rojhilata Navîn bi cîh bikin.

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder got ku leşkerên nû wê ser bêbandorkirina bombeyan û di warê ragihandinê de bixebitin.

Ryder dîyar kir ku leşkerên nû wê herwiha ser xurtkirina berevanîya hêzan û çavtirsandina li herêmê rêbazan nîşan bidin.

Pentagonê piştî zêdebûna êrîşên dijî leşkerên Amerîkî yên li Îraq û Sûrîyê dîyar kiribû ku wan 900 leşkerên din li Rojhilata Navîn bi cîh kirine.

Amerîka ser êrîşên dijî leşkerên Amerîkî yên li Sûrîye û Îraqê komên bi piştgirîya Îranê tawanbar dike.

Jêder: VOA, Reuters