Blinken bi Rêberên Îsraîlî û Filîstînî re bi Telefonê Peyîvî

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Sêşemê bi karbidestên Îsraîlî û Filîstînî re bi telefonê peyîvî.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê ragihand ku Blinken bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re danûstandin kiriye.

Li gor daxuyanîya wezaretê, Blinken û Netanyahu ser berfirehkirina entengrasyona Îsraîlê ya herêmê peyivîne.

Blinken û Netanyahu derbarê gefên Îranê yên li herêmê jî axifîne.

Wezareta Derve ya Amerîka ser danûstandina Blinken û Rêberê Filîstînî Mahmud Abbas jî daxuyanîyeke din weşand.

Ew daxuyanî jî radigihîne ku Blinken ji Abbas re gotiye ku girjîya li Kenara Rojava ew xistiye fikaran.

Daxuyanî dîyar dike ku Blinken û Abbas ser çareserîya dudewletî jî axifîne.

Jêder: Reuters