Blinken Wê jibo Danûstandinên Ser Koçberîyê Serdana Guatemala Bike

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jibo danûstandinên derbarê koçberîyê roja Sêşemê serdana Guatemala dike.

"Du salan piştî 20 dewlet jibo hevkarîya ser koçberîyê li hev kiriye, emê jibo rêvebirina koçberîyê û entegrasyona penaberan danûsandinê bikin," Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê ragihand.

Berdevikê Wezareta Derve Matthew Miller dîyar kir ku wê Blinken di danûstandinan de ser pêşveçûna du salan, rêvebirina koçberîyê, rêkên qanûnî û zêdekirina entegrasyona penaberan biaxife.

Deklarasyona Los Angelesê ya Ser Koçberî û Berevanîyê dîyar dike ku jibo ewlekarîya koçberan hin hewcedarî hene û divê ewlekarî û rûmeta koçber, penaber û kesên bê welat werin Parastin.

Ew deklarasyon dibêje divê ew bala xwe bidin ser wan sedemên serekî ku mirovan neçar dihêle ku ew ji welatên xwe derkevin.

Serokê Amerîka Joe Biden û hevtayê wî yê Guatemalayî Benardo Arevalo dawîya meha Darê li Qesira Sipî kom bûbûn.

Blinken berî herî Guatemal wê li Kalîfornîya beşdarî li konferanseke ewlekarîya sîber bike.

Jêder: VOA