Blinken Ser Gonzalez Dibêje Serokê Hilbijartî yê Venezuela

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ser Edmundo Gonzalez got ku serokê hilbijartî yê Venezuela ye.

Blinken bi vê binavkirinê sînyal da ku Washington dixwaze ku zexta li ser Serokê Venezuela Nicolas Maduro zêdetir bike.

Amerîka, ser hilbijartinên 28’ê Tîrmehê, ku karbidestên hilbijartinê û dadgeha bilind ya Venezula dîyar kiribû ku di encamê de Madoru bi ser ketiye, ew bi sextekarîyê tawanbar kiribû.

Muxalefeta Venezuela dibêje hejmarên çavdêran kom kirine nîşan dide ku Gonzalez bi ferqeke mezin bi ser ketiye.

Blinken ji X’ê dîyar kir ku gelê Venezuela di hilbijartinên 28’ê Tîrmehê de Gonzalez kiriye serokê hilbijartî.

Wî got ku li gor demokrasîyê divê jibo îradeya hilbijarên rêzdarî hebe.

Rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden heta niha ser Gonzalez negotibû serokê hilbijartî.

Rêvebirîya Donald Trump sala 2019’an Juan Guaido piştî hilbijartinên 2018’an wek serokê demkî yê welêt nas kiribû.

Wezîrê Derve yê Venezuela Yvan Gil jiber binavkirina Blinken jibo Gonzalez got ‘’Guaido 2.0’’ û îdia kir ku ew dijminê sondxwarî yê welêt e.

Gonzalez yê 75 salî piştî biryara girtinê ji Venezuela çû Îspanya û ew dîyar dike ku ewê di demek nêz de vegere welêt.

Wî ji X’ê jiber binavkirina Blinken spasîya wî kir û got ku ew ew bi vî awayî îradeya Venezuelayîyan nas dike.

Jêder: Reuters