Blinken Dibêje Ew jibo Herêmên Ewle yên li Gaza Danûstandinan Dikin

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken di serdana Qatarê de dîyar kir ku ew dixwazin li Gaza herêmên ewle çêbin.

Blinken got ku wan ji Îsraîlê xwestiye jibo sîvîl neyên kuştin hemî tedbîran bigirin.

Wî piştrast kir ku Amerîka jibo li Gaza herêmên ewle werin ava kirin danûstandinên navneteweyî didomînin.

Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku hûrgilîyên herêmên ewle dê di rojên pêş de werin eşkere kirin.

Li gor ragihandina Blinken, jiber ku Hamas sîvîlan wek mertal bi kar tîne alîkarî bi awayekî baş nagihijin wir.

Blinken got ku Amerîka û Qatar jibo dîlgirtîyên li Gaza serbest bimînin bi hev re dixebitin.

Wî bi berdewamî got ku ewê piştgirîyê bidin berevanîya Îsraîlê û dîyar kir ku divê hemî dewlet kiryarên Hamasê şermezar bikin.