Blinken Dibêje Agirbesta Li Xezayê Dê Rê Bide Hemasê Ku Ji Nû Ve Kom Bibe Û Êrîş Bike

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Şemiyê got, Amerîka bawer dike ku agirbestek di êrîşa leşkerî ya Îsraîlî li Xezayê de, dê gurûpa milîtanên Filistînî Hemas li cihê wê bihêle û rê bide wê ku ji nû ve kom bibe û êrîşên mîna ya 7ê Cotmehê pêk bîne.

Di wê êrîşê de zêdetirî 1,400 kes hatin kuştin, ku êrîşa herî xirab di dîroka Îsraîlê de bû.

Blinken şîroveyên xwe di konfêranseke rojnamevanî de li Emmanê kirin, ligel hevtayên xwe yên Urdunî û Misrî yên ku çendîn caran daxwaza rawestandina demildest a şer kirine.

Li aliyekî din, nûnera Amerîkî Raşîda Tlaib, yekem jina Filistînî-Amerîkî ya ku di Kongrêsê de kar dike, serok Joe Biden bi piştgirîyaa "jenosayd" li dijî Filistîniyan tawanbar kir û hişyarîya encaman di hilbijartinên sala bê de da.

Rashida Tlaib

Di vîdyoyekê de, ku li ser X, ku berê wekî Twitter dihat nasîn, derengiya Înê hate weşandin, nûnera Demokrat ji Michigan bangên xwe ji Biden re dubare kirin ku piştgirîyê bide agirbestekê di şerê
sraîl û Hemasê de.

Çavkanî: Reuters