Piştî dawîbûna rejîma Esed, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Enqerê dike û ewê bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan re bicive.
Ev serdana Blinken, di nav medya Tirkîyê de bi awayekî berfireh tê nîqaşkirin. Li gor şîroveyan tê ragihandin ku Blînken û Fîdan dê li ser geşedanên Sûrîyê rawestin.
Pirsa sereke ewe ku di vê hevdîtinê de Tirkîye wê ji Amerîkayê û Amerîka jî ji Tirkîyê çi daxwaz bike?
Pispora Rojhilatanavîn û Akademîsyena Zanîngeha Kurdistan ya Hewlêrê Doç. Dr. Arzu Yilmaz bersîva vê pirsê ji Dengê Amerîkayê re dîyarkir ku di hevdîtinê de Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ku Amerîka û Tirkîye wek rêxistineke terorîst pênase dikin û Tirkîye jî HSD’ê wek terorîst dibîne, pêkane ev yek were nîqaşkirin.
“Di vê çarçoveyê de ji bo jinûve avakirina têkiliyên di navbera her du aliyan de, yek ji testên herî girîn ew e ku HTŞ wekî rêxistina terorê û hikûmeta rewa ya ku li Sûrîyê bê avakirin li hev bikin an na. Mijareke din a girîn jî lihevnekirina ji ber wê yekê ye ku Tirkîye YPG’ê weke rêxistineke terorîst dibîne û Amerîka jî wek hevalbendê xwe dibîne. Ev rewş ne tenê bandorê li têkiliyên Tirkîy-Amerîka dike, lê belê bandorê li xebatên aramkirina Sûrîyê ji dike. Di encamê de ev serdan di warê ceribandina lihevkirina li ser van her du mijaran de xwedî girîngiyek mezin e.”
Yilmaz, dawîya aqaftina xwe de radigîhên ku heke di van mijaran de lihevkirinek çêbibe dê rê li ber rola Tirkîyê ya li Rojhilatanavîn û têkilîyên Tirkîyê-Amerîkayê bê vekirin.
Herwiha tê payîn ku di civînê de nakokiyên di navbera HSD û komên Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê ya ku Tirkîyê piştgiriya wan dike, were gotûbêjkirin.
Serokê Estîtuya Polîtîkaya Derve Prof. Dr. Huseyîn Bagci ji Dengê Amerîka re got ku di hevdîtinên Wezîrên Derva de dê lêgerîna çareseriya sîyasî ya hevpar were rojevê.
“Gelo di navbera PYD û Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê de agirbestek çêbibe? Helbet ev mijarek e ku divê were gotûbêjkirin. Heke nebe, ez bawer dikim ku dê şereke navxweyî derkeve. Her du alî neçar in ku tawîzan bidin hev, lê Armanca sereke ya Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê wê kêmkirina hêza PYD’ê be. Lê Amerîka wek ku hem Biden û hem jî serokê berê gotibûn, ewê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de piştgiriya YPG’ê bidomînin. Li şûna agirbestê dê li ser maseyê bê nîqaşkirin.”
Amerîka û Tirkîye li Sûrîyê di derheqê Kurdan de her çiqas cûda temaşe bikin jî lê di majara herdu wezîran de jî Kurd derdikevin pêş.
Pisporê Têkilîyê Navnetewî û Akademîsyen Doç. Dr. Ekrem Onen, dibêje ku heta di derheqê Kurdan de gaveke erênî neyê avêtin pirsgirêka Sûrîyê jî pêkan nîn ewere çareserkirin.
“Rewşa Kurdên Rojava hineke bi Amerîka hinek jî bi Tirkîyê ve girêdayî ye. Bi ya min di vê hevdîtinê de Blinken û Fîdan vê mijarê vebir qise bikin. Lê li vê derê ya girîng li Amerîkayê hikûmeta ku li ser kar e, di 20 Rêbendanê de wê biçe hikûmeta Trump dê dest bi kar bike. Ya girîng ewe ku Trump wê di vî warî de çi bike? Lê bi kurtasi dixwazim bêjim ku pêkan nîne ku Amerîka û Tirkîyê li ser Kurdan bi hev bikin, ji ber ku di vî warî de di navbera sîyaseta herdû dewletan de cûdatîyên pir mezin hene. Amerîka hevkarîya Kurdên Rojava dike, lê Tirkîye dijî Kurdên Rojava ye.”
Your browser doesn’t support HTML5