Tirkîyê Dê Bi Romanya Û Bulgaristanê Re Peymaneke Paqijkirina Mayînan Îmze Bike

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Yaşar Guler îro Şemîyê dîyar kir ku pêkan e Tirkîye, Romanya û Bulgaristan di meha Rêbandanê de jibo paqijkirina mayînan jiber şerê li Ukrayna li Derya Reş de, peymaneke îmza bikin.

Guler li Enqerê ji rojnamevanan re got ku di wê peymanê de niha tenê ew 3 welat endam in û ew plan dikin ku di 11'ê Rêbandanê de li Îstenbolê bi beşdarîya wezîrên berevanîyê yên wan merasîma îmzakirinê dar bixin.

"Jiber şerê Ukrayna û Rûsya yê, li benderên her du welatan jî mayîn hatine danîn. Jiber hêrîkina avê ew digêhêjên tengavên welatê me," Guler got.

Wî dîyar kir ku di çarçoveya peymanê de, wê keştîyên se welatan mayînên heya xala ku sînorên deryayî Romanya diqede, paqij bikin.

Karbidestên Tirkîye, Romanya û Bulgaristanê di Nîsana 2022’an de bi karbidestên Gurcistan, Polonya û Ukrayna re ser paqijkirina mayînên li Derya Reş, civîyabûn.

Wezîrên berevaniyê yên her sê welatan jî di Cotmehê de li civîneke NATO li Brukselê û meha borî li Enqerê ser vê peymanê kom bûbûn.

Jêder: Reuters