Îbrahîm Bînîcî: Hewlên Me Didomin ku Derîyê Navbera Sirûc û Kobanê Vebe

Hin raportên medyayî îdîa dikin ku derîyê sînora navbera Sirûc û Kobanê vebûye û alîkarî derbazî bin xetê bûne.

Lê, parlamantarê BDP'ê yê bajarê Ruha'yê, Îbrahîm Bînîcî red dike ku derî vebûye. "Hewilên me didomin ku derî vebe. Me çend caran bi wezareta derve hevdîtinan kiriye lê hîn jî bersîveke zelal tune ye."

Bînîcî bal dikşîne ku gelê her du alîyên tixub merivên hev in û gelê ser xetê bi xema xuşk û birayên xwe dixwun.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Îbrahîm_Bînîcî