Amerîka Bêtirî 250 Mîlyon Dolar Wek Çek û Alavên Leşkerî Dide Ukrayna

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku Amerîka di pakêta dawî ya alîkarîyê ya îsal de wê bi qasî bi 250 mîlyon dolarî çek û alavan bide Ukrayna weke piştgirî di şerê wê yê ligel Rûsya de.

Blinken ragihand ku di nav pakêta alîkarîyê de, cebilxaneyên berevanîya esmanî, yên topavêj, yên dij-zirxî, zêdetir cebilxaneyên bo sîstemên rokêtên topavêj û zêdetirî 15 mîlyon gule hene.

Piştî ragihandina Blinken, Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy roja Pêncşemê li ser X’ê spasîya Amerîka kir.


"Di nava vê salê de, Amerîkayê 34 pakêtên alîkarîyên leşkerî bi nirxê zêdetirî 24 mîlyar dolarî peyda kirin. Emê jibo vê piştgirîyê hertim spasdar bin," Zelenskyy got.

Serokê Ukraynî herwiha destnîşan kir ku alîkarîya nû ya Amerîka wê pêdivîyên herî girîng yên Ukrayna peyda bike.

Serokê Amerîka Joe Biden ji Kongresê daxwaz kiribû ku bo Ukrayna alîkarîyeke nû ya 61 mîlyar dolarî bipejirîne. Lê Komarî vê daxwaza Biden red dikin. Komarî di berdêla derbazkirina alîkarîya bo Ukrayna dixwazin ku Demokrat jî tundkirina ewlehîya ser sînorê Amerîka û Meksîkayê bipejirînin.

Koşka Sipî hişyarî dabû ku bê pirtir alîkarîya ji Amerîka, wê têkoşîna Ukrayna ya bo rizgarkirina herêmên xwe ji dagirkerîya Rûsan têk biçe.

Kongresa Amerîka ji destpêka dagirkerîya Rûsya di Sibata 2022’an li Ukrayna de heta niha bi giştî zêdetirî 110 mîlyar dolar alîkarî daye wî welatî.

Jêder: Reuters