Biden Bang li Amerîkîyan Dike ku Vaksîna Vîrusa Korona li Xwe Xin

Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden li pêş kamerayan vaksîna vîrusa korona li xwe da.

Biden doza pêşî ya vaksîna vîrusa korona ya Pfizerê li Nexweşxaneya ChristianaCare ya bajarê Newark ya eyaleta Delaware li xwe xist.

Joe Biden yê 78 salî di koma kesên rîskên wan zêde de cîh digire.

Rêberê Demokrat piştî karanîna vaksînê spasîya karmend û pisporên saxlemîyê kir.

‘’Em bo gelek tiştan deyndarên wan kesan in. Bo wan zanyaran û kesên ew vaksîn çêkirine û xebatên klînîk meşandine em pir deyndar in.’’ Biden got.

Biden dîyar kir ku ti metirsî tune û bang li Amerîkîyan kir ku vaksîna vîrusa korona li xwe xin.

Wî ser karên rêvebirîya Serok Donald Trump yên bo vîrusa korona jî got ku ew jiber kempeyna vaksînê hinekî hêjayî pesnê ne.

Çaverê ye cîgira Joe Biden, Kamala Harris di hefteya pêş de vaksîna vîrusa korona li xwe de.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi, Rêberê Piranîya Civata Senatoran Mitch McConnell û endamên din yên Kongresê roja Înê vaksîna vîrusa korona li xwe dabûn.