Biden û Hevbendên Amerîka Dê Ser Piştgirîya bo Ukrayna Biaxifin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden dê roja Sêşemê bi hevbendên Washingtonê re ser Ukrayna biaxife.

Reutersê ji zarê Qesira Sipî dîyar kir ku Biden dê bi vîdeokonferansê bi hevbendan re danûstandinê bike.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden dê bi hevbendên Amerîka re ser rêvebirina piştgirîyên bo Ukrayna bipeyîve.

Qesira Sipî da zanîn ku Biden dê bi hevbendan re derbarê hewilên bo tawanbarkirina Rûsya jî biaxife.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Amerîka û welatên Rojava, kiryarên Rûsya wek dagirkirina Ukrayna dibînin, lê Moskow dibêje ew operasyoneke taybet li dar dixe.