Joe Biden Pirsgirêka Taywanê bi Xi Jinping re Diaxife

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Çînê Xi Jinping

Serokê Amerîka Joe Biden roja Sêşemê dîyar kir ku wî bi Serokê Çînê Xi Jinping re di derbarê Taywanê de axifîye.

Biden dîyar kir ku wî bi Xi re di derbarê Taywanê de axifîye. Wan li hev kirine ku li gor peymana Taywanê tevbigerin.

"Me ew yek zelal kir ku ez nafikirim ku ew bilî pêbendbûna bi peymanê tiştekî din bike," Biden got.

Her wiha, Qesra Sipî jî ragihand ku Jake Sullivan şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Biden, roja Çarşemê wê li Swîsreyê bi dîplomatê payebilind yê Çînê Yang Jiechi re danûstandinan bike.

Her du dîplamat ewê di nava pêzbazîya stratejîk de ser soza xurtkirina tekilîyan bicivin.

Civîna Zurîhê di demekê de ku alozîya di navbera du aborîyên herî mezin yên cîhanê de li ser cûrbecûr mijaran, tevî Taywanê, zêde dibe, ewê pêk were.