Biden li Qesira Sipî Ser Saleke Seroktîyê Axifî

Serokê Amerîka Joe Biden li Qesira Sipî ser sala xwe ya yekê ya li kar axifî.

Biden di axaftina xwe de ji pandemîya COVID-19, aborî û heta girjîya bi Rûsya re bal kişand ser jimareke mijaran û pirs bersîvandin.

Wî dîyar kir ku ew di sala xwe ya pêşî de bi dijwarîyan re rûbirû maye, lê ew dîsa jî pir pêşde çûne.

Serok Biden dîyar kir ku dema wî dest bi kar kiriye hejmara Amerîkîyên vaksînkirî 2 mîlyon bûye û da zanîn ku ew hejmar niha rabûye 210 mîlyonan.

Biden got ku rêvebirîya wî di salekê de bo 6 mîlyon kesan derfetên kar çêkirine û rêjeya bêkarîyê 3,9 ji sedê daketiye.

Wî dîyar kir ku tevî pêşdeçûnan jî li Amerîka west û xeyalşikestinek heye û da zanîn ku sebeba wê COVID-19 e û dijminê nû jî cureya Omicron e.

Serok Biden got ku êdî di têkoşîna dijî vîrusa korona de vaksîn, mask û test hene û bang li Amerîkîyan kir ku vaksînan li xwe bidin.

Li gor axaftina Biden, li Amerîka 75 ji sedê gehiştîyan vaksîna li xwe dane û hejmara kesên vaksîn li xwe nedane ji 90 mîlyonî daketiye 35 mîlyonan.

Biden di berdewamîya axaftina xwe de dîyar kir ku ew di sala xwe ya pêşî de bi qasî ku wî dixwestiye bi komên reşan re kom nebûye.

Wî dîyar kir ku hem jiber COVID-19ê hem jî jiber bûyerên li Washingtonê derfet çênebûye ku ew bi însanan re bicive.

Bizavkar û hilbijêrên reş dibêjin ku di bernivîsa mafên dengdanê de pêşdeçûnek tune û dîyar dikin ku ew rewiş xeyalşikestinê çêdike.

Biden pirsên ser girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de bersîvandin.

Wî dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dê bi awayekî leşkerî may li Ukrayna bike û da zanîn ku ger dagirkirineke tam çêbe ewê dijî Moskowê bertekên giran çêbin û ewê bedela wê bo Rûsya giran be.

Amerîka ketiye fikaran ku Rûsya heta çend rojan yan hefteyan êrîşî Ukrayna bike.

Biden da zanîn ku ewê bersîva Amerîka û welatên rojava li gor tevgerên Rûsya were dayîn.

Wî dîyar kir ku dibe ku ew bi Putin re hilcivînekê li dar xe.

Serok Biden berevanîya biryara ser vekişîna ji Afganistanê kir û dîyar kir ku ewê bo wê mijarê lêborînê nexwaze.

Biden da zanîn ku artêşa Amerîka heftane bi yek mîlyar dolar li Afganistanê bûye û dîyar kir ku ger ew ji wir venekişîyana ewê pirtir leşkerên Amerîkî biçûna wî welatî.

Ew bi berdewamî ser Îranê axifî û dîyar kir ku di danûstandinên navokî de pêşdeçûn çêbûne.