Biden Dibêje Ger Rûsya Dagirkirinê Bidomîne, Wê Toleyên Nû Hebin

Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê got ku ewê wek bersîvdana naskirina Putin ya du komarên cudaxwaz yên li rojhilata Ukraynayê û şandina hêzên Rûsî ji wê herêmê re, qonaxa yekê ya toleyên Amerîkî radigihînin.

Serok Biden got ku Amerêka wê toleyên aborî deyne ser sazîyên Rûsî yên darayî, deyna dewletê û desthlardarên payebilind û endamên malbatên wan.

“Ew şîrikên lîstikên gemar yên polîtîkayên Kremlînê ne û divê ew encamên wan kiryarana jî hilgirin,” Biden derheqa toleyîn ser malbatên desthilatdarîn Rûsî got.

Biden got ku toleyên ku ewê ragihînin ji yên sala 2014an ya piştî dagirkirina Qirimê ya ji hêla Moskowê be girantir bin.

“Û ger Rûsya bi vê dagirkirinê wêdetir here, em hazir in ku hîn toleyên zêdetir ragihînin,” Serok Biden got.

Wî got ku naskirina Putin ya du herêmên rojhilata Ukraynayê binpêkirineke berbiçav qanûnên navnetewî ye ku divê civata navnetewî bersîvdaneke tund li hember wê yekê nîşan bide.

“Ezê gavên xurt bavêjim ku toleyên me aborîya Rûsyayê bikin armanc, ne ekonomîya me.”

Serok da zanîn ku rêvebirîya wî çavkanîyên enerjîyê ji nêzve dişopîne û xwe ji pirsgirêkên pêkan yên di rojên were de amade dike û bi hilberên petrolê di danûstandinê de ye bilinbûna nirxê petrolê kontrol bike.

“Ez dixwazim ku dijwarîya gelê Amerîkî ya di dema kirîna benzînê de siviktir bikim. Ew yek ji min re pir girîng e,” Biden bi berdewamî got.

Serok Bidne di dawîya axaftina xwe de got ku berdeleke parastina demokrasîyê heye.

“Berdeleke berevanîya demokrasîyê wê hebe û li Amerîka jî emê bandora wê yekê bibînon. Divê em li ser vê mijarê dirust bin.”