Di Rojeva Hilcivîna Biden û Putîn de Kîjan Mijar Hene?

Serokê Amerîka Joe Biden û hevtayê wî yê Rûsî Vladimir Putîn,

Ajansa Reuters îro Sêşemê berîya hilcivîna di navbera Serokê Amerîka Joe Biden û hevtayê wî yê Rûsî Vladimir Putîn, di derbarê pêşbînîyên vê civînê de raporeke ragihand.

Ruters dibêje ku di dema ku peywendîyên Washington û Moskowê di serdemeke herî dijwar ya di salên dawîde ye, ji hevdîtina Biden û Putîn hêvîyên jibo pêşkeftineke mezin, kêm in.

Lê, her du serok jî dibêjin ku ew hêvî dikin ku civîna Cenevreyê, dikare bibe sedema peywendîyên aram û pêşbînker, her çend ew li ser gelek mijaran yên wek ji Ukrayna bigire heya Sûrîyê lihev nakin jî.

Tevî pirsgirêkên girîng, hin mijar hene ku ew dikarin bo çareserîyê ser bixebitin.

ÊRÎŞÊN ÎNTERNETÎ

Êrîşên înternetî ku wek Cyber yan Ransomware têne zanîn, yên ku du caran bi wan rêkan dijî binesazîya înternetê ya Amerîkî êrîş hatine kirin jibo Amerîka mijarek gelek girîng e.

FBI dibêje kesên girêdayî Rûsyayê ew êrîşana pêk anîne.

Putin dibêje ramana ku dibêje Rûsya pirsîyar e bêaqil e.

Lê, Biden dixwaze vê mijarê bîne rojevê û karbidestên Rûsî divê wan sûcdarên sîber yên bi vî rengî dester bikin.

Putin ragihandibû heke her du welat li ser peymanke du alî lihev bikin, Moskow ewê amade be ku gumanbaran radest bike.

Her wiha Biden dibe ku fikarên Amerîka yên li ser destwerdana sîber ya Rûsî ya têkildarê sîyaseta Amerîka jî bîne ziman, îdayeke ku Moskow bi dubarekî red dike.

MAFÊN MIROVAN, NAVALNY

Washington îdayên jahrîkirina rexnegirê Kremlîn Aleksî Navalny û dermankirina wî Moskowê rexne dike û dibêje ku divê Navalny were azad kirin.

Kremlin, ya ku jahrkirinê red dike, destnîşan dike ku ev mijareke navxweyî ya sîyaseta Rûsî ye û divê Washington jê dûr bimîne.

Moskow dibêje ewê ji welatekî ku bixwe xwedîyê gelek pirsgirêkên mafên mirovan e, dersan wernegire.

ÇEKÊN NAVOKÎ

Du hêzên navokî yên herî mezin yên cîhanê dixwazin ku ser kontrola çekan biaxifin da ku di navbera artêşên xwe de têkilîyên aramî ava bikin.

UKRAYNA

Amerîka ji dema ku Rûsyayê Qirim di 2014'an de dagir kir vir ve, bû hevalbendê herî hêzdar ya Ukrayna, ya ku peywendîyên Moskow yên bi welatên Rojavayî re gelek xirab kir.

Zêdebûna hêzên Rûsî li Kirimê û nêzî sînorên Ukrayna di serê vê salê de Washington bi fîkar kir.

Washington dixwaze ku Rûsya ji Qirim û Kîevê vekişe da ku serwerîya rojhilata Ukrayna ya ku ji hêla cudakarên bi piştgirîya Rûsyayê ve tê kontrol kirin, winda bike.

Rêberên NATO'yê roja Duşemê biryara 2008'an dubare kir ya ku dibêje ku Ukrayna dikare rojek bibe endamê hevkarîya leşkerî.

Lê, Biden got ku pêşî divê Kîev gendelîyê ji holê rabike û pîvanên din bicîh bîne.

Putîn eşkere kiribû ku Ukrayna 'xeta sor' e û ew dixwaze ku Washington ji vê mijarê dûr bisekine.

Ew hemberî ramana endamîya Ukrayna ya NATO'yê re tê, dibêje Qirim axa Rûsyayê ye.

Rûsya ji Kîevê re dibejê ku heke ew serwerîya heremê dixwaze, divê bi cudakarên rojhilata Ukrayna re, biaxife.

BALYOZ, XİZMETÊN KONSOLXANEYAN

Amerîka û Rûsya bawer dikinku di mijara mîsyonên biyanî de di hilcivînê de pêşketineke çêbe.

Rûsyayê di Adarê de Anatoly Antonov, balyozê xwe yê li Washington, paşve kişand, piştî Biden got ku ew bawer dike ku Putîn kujer e.

Hevdem, John Sullivan, Balyozê Amerîka yê li Moskow, di Nîsanê de jibo kiryarên şêwirmendîyêa vegerîya Washingtonê.

Peymaneke jibo her du dîplomatan da ku vegerin ser postên xwe ewê nîşan bide ku hin pêşveçûn çêbûne.

Di heman demê de dibe ku li ser vîzeyan û jibo karmendên balyozxaneyan danûstandineke piçûk were kirin.

GİRTÎYÊN ZİNDANAN

Leşkerê deryayî yên kevn yên Amerîkî Paul Whelan bi tawanbarîya sîxurîyê û yekê din Trevor Reed jiber tawana êrîşa dijî polîsekî, li Rûsya girtîne.

Lê, her du jî wan tawanan red dikin.

Malbatên girtîyan jibo serbestberdana wan berîya hilcivînê givaştinan dikin.

Pispor dibejin ku dibe ku Biden û Putîn ser berdêlkirina girtîyan gotûbêjan, bikin.

Li Amerîkayê ji 2 welatîyên Rûsyayê firoşkarê çekan Viktor Bout û Konstantin Yaroshenko, pîloteke yê ku jiber qaçaxçîtîya kokaînê niha girtîne.

BELARÛS

Kremlin ragihand ku ew hêvî dike ku Putîn û Biden li ser Belarûsê gotûbêj bikin, hevalbendeke Rûsî ya nêz ku sala borî ketibû nav krîzê, dema li kolanan bi îdaya ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin, xwepêşandanên girse destpê kirin.

Serok Alexander Lukashenko, heya niha bi alîkarîya Moskowê û givaştinên dijwar desthialtdarîya xwe didomîne.

Lukashenko, meha borî balafirekî bazirganî bi zorê da sekinand û nivîskarî rexnegir desteser kir, ev bûyer hêrsa Rojavayî zêdetir kir.

Biden îhtîmal e ku piştgirîya ya bo Lukashenko bîne rojevê û planên wî yên jibo yekkirina her du welatan di alîyê aborî û sîyasî de, pirsan bike.

Putîn, Belarûsê wek beşeke ji qada bandora Rûsyayê dinirxîne û dibe ku her du serok bo çareserîya vê mijarê pêşve neçin.

SURÎYÊ

Biden dibe ku bi Putîn re, nerazîbûna Moskowê ya ser domandina operasyona alîkarîya derveyî-sînor ya bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re ya ya li Sûrîyê, nîqaş bike ku dema erkê meha bê bidawî dibe.

Berpirsê alîkarîyê yê NY Mark Lowcock meha borî, bang li Konseya Ewlekarîya NY kir da ku bernama alîkarîyê ya bi navê 'Xeta Jîyanê' ya bo 3 mîlyon welatîyê Sûrî yên li bakurê welêt, qut neke.

Putîn ji televîzyona NBC re got ku Rûsya difikire ku welatên Rojava her alîkarîya ku ji Sûrîyê dike, divê bi rêka hikûmeta navendî belav bike û tawanbar kir ku ew wîya nakin da ku desthilatdarîya Serok Beşar el-Esed nas nekin.