Biden Dê Serdana Polonya Bike

Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden dê jiber krîza însanî ya bi şerê Rûsya û Ukrayna re çêbûye roja Înê serdana Polonya bike.

Biden dê bi Serokomarê Polonya Andrzej Duda re li Varşova hevdîtinekê çêke.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku ji destpêka dagirkirina Rûsya vir ve, ku di 24’ê Sibatê de destpê kiribû, pirtir ji 2 mîlyon penaber ji Ukrayna derbazî Polonya bûne.

Biden dê rojekê piştî civîna bi hevbendên NATO û Yekîtîya Ewrupa (YE) yên li Brukselê here Polonya.

Qesira Sipî dîyar kir ku Biden dê îro Duşemê bi rêka telefonê bi serokên Fransa, Almanya, Îtalya û Brîtanya re biaxife.