Biden û Obama li Qesira Sipî Ser Obamacare Axifîn

Serokê berê yê Amerîka Barack Obama roja Sêşemê serdana Qesira Sipî kir.

Bi vî awayî Obama ji 2017’an vir ve, dema dest ji kar berda, cara pêşî li Qesira Sipî hat dîtin.

Obama bo pesna kêrhatina qanûna saxlemîyê bide û piştgirîyê bide heval û cîgirê xwe yê berê Serok Joe Biden serdan kir.

Wî bi henekî bo Biden go ‘’cîgirê serok’’, silavek ji wî da û bi pesindan ser qanûna bo saxlemîyê axifî.

Serokê berê got ger hûn bo bi mîlyonan însan sîgortaya saxlemîyê bidin û parastineke çêtir çêkin ew tiştekî girîng e.

Biden bo Obama di firavînê de mazuvanî kir. Dema ew li maseyê rûdiniştin, Biden bi henekî got ew her du jî nizanin kî dê li kû rûne.

Serokê Amerîka bo qanûna ser saxlemîyê pesna Obama da û got her çiqas bo wê qanûnê gelek nav hatibin gotin jî yê herî rind Obamacare e.

Obamacare yek ji serketinên herî mezin yê Obama tê qebûlkirin. Komarîyan çend caran hewil dan wê betal bikin, lê bi ser neketin.