Biden: Terora Sipîyên Nijadperest ji ya DAIŞ û El-Qaydê Xirabtir E

Serokê Amerîka Joe Biden serdana bajarê Tulsa ya li eyaleta Oklahoma kir ku li wir 100 salên berê bi sedan Amerîkîyên reş ji alîyê hin sipîyan ve hatibûn kuştin.

Joe Biden bi vî awayî bû serokê Amerîkî yê yekê ku li ser kar serdana Tulsa kiriye.

Biden li Taxa Greenwood ya Tulsa bi nasên kesên hatine kuştin re civîya û bi sê kesên dema komkujîyê li wir bûn, Viola Fletcher, Hughes Van Ellis û Lessie Benningfield Randlre hevdîtin çêkir.

Serokê Amerîka li Tulsa sedana muzeyeke komkujîyê jî kir.

Piştre, Biden di çalakîya ser salvegera 100’an ya komkujîyê de axifî û bo kesên hatine kuştin jî bi rêzdarî sekinî.

Serokê Amerîka ser wan kuştinan, ku demeke dirêj di kitêbên dîrokê de cîh negirtibûn û rojnameyên herêmî jî nûçeyên wan çenekiribûn, got ku ew komkujî ye.

‘’Tiştên li vir qewimîne di dîrokê de demeke dirêj bi awayekî bêdeng hatin gotin. Ew ne serhildanek bû. Ew komkujîyek bû û yek ji yên herî xirab yên dîrokê bû.’’ Biden got.

Wî da zanîn ku hin neheqî jiber giranîya wan tevî hemî helwestan jî nikarin bên veşartin.

Biden di axaftina de xwe dîyar kir ku bûyerên Greenwoodê, komên ku 4 salên berê li Virginia bo serdestîya sipîyan çalakî li dar xistine û êrîşên dijî Kongesê dişibin hevdu.

Serokê Amerîka bal kişand ser nefreta dijî Asyayî û Cihûyan û da zanîn ku divê ew rê nedin ku kiryarên ku nefretê mezintir dikin.

Wî dîyar kir ku nijadperestên sipî bo Amerîka ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) û El-Qaydê xirabtir in.

Biden roja Duşemê jî bang li Amerîkîyan kiribû ku dijî nijadperestîya sîstematîk bi awayekî berfireh têkoşînê bikin.

Serok Biden, ku piştgirîya Amerîkîyan reş hatibû hilbijartin, di kempeyna xwe de dîyar kiribû ku ewê dijî newekhevîya nijadî têkoşînê bike.