Biden ji Modi Dixwaze ku Petrola Rûsî Nekire

Serokê Amerîka Joe Biden û serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi 11, Nîsan,2022

Serokê Amerîka Joe Biden ji serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi re got ku kirîna zêdetirya petrola Rûsî ne di berjewendîya Hindistanê de ye.

Piştî hevdîtina Biden û Modî ya onlaynî ya doh Duşemê, berdevika Qesra Sipî Jen Psaki agahî da rojnamevanan.

"Serok dîyar kir ku ew bawer nake ku bilezkirin yan zêdekirina derkirîna enerjîya Rûsî yan kelûpelên din, di berjewendîya Hindistanê de ye," Psaki got.

Lê, Psaki eşkere nekir ku gelo Hindistanê ji bo kêmkirina derkirîna enerjiyê ya Rûsî ti soz daye yan na.

Psaki ragihand ku serok Biden daye zanîn ku Amerîka amade ye ku alîkarîya Hindistanê bike da ku î çavkanîyên xwe yên enerjîyê cihêreng bike.

Karbidestekî Amerîkî hevdîtina di navbera her du rêberan de wekî "germ û berhemdar" bi nav kir.

Heman karbidestî got ku Biden ji Modi bi rengekî berbiçav ji Modî daxwaz kiriye ku Hindistan dev ji derkîrina enerjîya Rûsî berde.

Di beşeke kin de ya ku ji rojnamevanan re vekirî bû , Biden di destpêka axaftina xwe de balkişand ser hevkarîya di navbera Amerîka û Hindistanê.

Biden got ku her du welat wê ser çawanîya rêvebirina bandorên bêaramî yên vî şerê Rûsya ji nêz ve gotûbêj bikin.

Modî jî nîgeraniya xwe ya ser rewşa Ukrayna, bi taybet jî li Bucha ku hestîyên gelek sivîlan lê hatine dîtin, anî ziman.

Modî ragihand ku got wî bi serokê Rûsya Vladimir Putin re axifîye û pêşniyar kiriye ku Putin bi serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re hevdîtinan bike.

Piştî hevdîtina Biden û Modî, wezîrên derve û berevanîyê yên Amerîka li Washingtonê bi hevtayên xwe yên Hindistanî re civîyan.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken beriya civîna her çar wezîran ji rojnamevanan re got ku wê di civînê gelek mijaran nîqaş bikin; êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna, pandemîya COVID-19, pirsgirêkên jingehê, parastina welateke azad, vekirî, demokratîk, ewledar û rewşa herêma Hindo-Pasîfîk ya dewlemend.

WezîrêDerve yê Hindistanê Subrahmanyam Jaishankar got wiha got:

"Hevkarîya me, ji çarçoweya xwe ya dualî pirtir mezin bû û niha ser pirsgirêkên cîhanî bandorek berbiçav dike."

Wezîrê berevanîyê yê Amerîka Lloyd Austin jî dîyar kir ku niha, welatên demoratîk divê her demê bêtir, li ba hev bisekinin da ku nirxên ku parve dikin biparêzin."

Hindistan di şerê Rûsya yê li Ukrayna de bêalî maye, jiber vê yekê jî fîkarên Washingtonê zêde bune û ew ji ew Delhiyê dixwaze ku dijî Rûsya helwestek tundtir dîyar bike.

Lê, Moskow jiber heman sedemê pesnê Hindistanê dide.