Biden Wê bi Rêberên Leşkerîya Amerîkî re Şerê Ukrayna Gotûbêj Bike

Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê di kombûnek salane ya Qesra Sipî de bi karbidestên payebilind yên leşkerîya Amerîkî re dicive.

Berdevikê Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka ragihand ku wezîrê berevanîyê Lloyd Austin, serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî, General Mark Milley û karbidestên leşkerî yên payebilind wê beşdarî civînê bin û ewê mijarên cûrbecûr nîqaş bikin.

Pispor dibêjin ku ev civîna bi taybet girîng e jiber ku şerê li Ukrayna dikeve qonaxek nû ya xeter û herwiha Amerîka plana alîkarîyên leşkerî yên zêdetir dike.