Şandeya Biden bo Sersaxîyê Serdana Ebu Dabî Dike

Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken li Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî 16 Gulan, 2022

Şandeyeke payebilind ya Amerîka îro Duşemê giheşt Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) da ku sersaxîyên Serok Joe Biden û Amerîka ji malbata Serokê wî welatî Şêx Xalîfe Bîn Zeyîd el Nahyan re pêşkeş bikin.

Şêx Xalîfe Bîn Zeyîd el Nahyan yê ku serokê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bû, roja Înê koça dawî kiribû.

Di şandeya bi reberîya Cîgira Serok Kamala Harris de Wezîrê Derve Antony Blinken, Wezîrê Berevanî Lloyd Austin, berpirsê CIA William Burns û nûnerê jîngehê John Kerry hene.

Tê pêşbînî kirin ku Harris û Blinken bi birayê Xalîfe Bîn Zeyîd , Şêx Mihamed bî n Zeyîd el Nahyan re bicivin, yê ku serokê nû yê Îmaratê ye û hem li Rojhilata Navîn û hem jî li derveyî welêt, xwedî hêzek bi bandor e.