Qesira Sipî Dibêje Biden Dê bo Hilbijartinên 2024'an Bibe Berbijar

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki dîyar kir ku Serok Joe Biden plan dike ku bo hilbijartinên 2024’an bibe berbijar.

Ecibandinên bo karên Biden yê 79 salî di demên dawî de daketiye û ew jî dike ku hin Demokrat meraq bikin ka ewê bo 4 salên din bibe berbijar yan ne.

Psaki di Air Force One de, ku Biden pê diçû North Carolina, dîyar kir ku nîyeta wî berbijarîya bo çar salên din e.

Demokratan di serê vê mehê de di hilbijartinên eyaleta Virginia de derbek xwar.

Di ser nebûna berbijarîya Biden re nêrîn li ser cîgira wê Kamala Harris in.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku pejirandina karên wê 28 ji sedê ye.

Doktorên Biden dibêjin jiber refluyê ew gelek caran dikuxe, lê didin zanîn ku ew bi wî awayî dikare bixebite.