Serok Joe Biden ser herêmên Donetsk û Luhanks yên li rojhilata Ukrayna, ku Rûsya serxwebûna wan nas dike, biryarnameyek îmza kir.
Bi biryarnameyê li Amerîkîyan danûstandinên bazirganî, diravî yên bi herêmên Donetsk û Luhanksê tê qedexe kirin.
Piştî Rûsya, Qirim dagir kiribû Amerîka di Adar û Berfanbara 2014’an de û dûre di Îlona 2018’an de biryarname derxistibûn û bi biryarnameya dawî hîn tedbîrên nû li wan zêde bûn.
Bi biryarnameyê Amerîkî dê nikaribin li ‘’Komara Gel ya Donetskê û Komara Gel ya Luhanskê yên qaşo’’ veberhênan bikin.
Hebûnên rêber û karbidestên payabilind yên wan herêman yên li Amerîka hatin cemidandin.
Amerîka pirtir ji hefteyek e dibêje ku Rûsya di kar her kêlîkekê Ukrayna dagir bike.
Serok Biden roja Înê di preskonferansekê de dîyar kiribû ku Serokê Rûsya Vladimir Putin biryara dagirkirina Ukrayna daye û gotibû ku ew dikare êrîşî Kîevê bike.
Karbidestên Amerîka dibêjin li hindur û li dora Ukrayna bi qasî 190 leşkerên Rûs hene.