Serok Biden Îşev Gotara Yekê ya ji Kongresê re Pêşkêş Dike

Serokê 46’an yê Amerîka, Joe Biden îşev gotara xwe yekê ya ji Kongresa Amerîkî re pêşkêş dike.

Biden, di roja 100’an ya seroktîya xwe de, di rûniştina hevbeş ya her du beşên Kongresê: ji Civata Senatoran û ji Civata Nûneran re bipeyîve.

Çaverê ye ku Biden di axaftina xwe de girîngî bide ser planên xwe yên aborîyê û ragihîne ku ‘’Amerîka jinûve pêşve diçe.’’

Qesira Sipî da zanîn ku Serok Biden wê di gotara xwe de hûrgilîyên paketa 1,8 trîlyon dolarî eşkere bike û jibo vê planê piştgirîya Amerîkîyan bixwaze.

Hêjayî balkişandinê ye ku cara yekê be ku îşev du jin li paş Biden bisekinin ku ew jî cîgira Kamal Harris e ku di heman demê de wek seroka Civata Senatoran tê qebûl kirin û herwiha Nency Pelosi ku ew jî seroka Civata Nûneran e.