Peyama Serokê Amerîka di derbarê Cînosayda Ermenîyan de

Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Şemîyê jibo bîranîna nêzî yek û nîv mîlyon Ermenîyên ku 106 sal berê li Tirkîyê ya Osmanî hatine kuştin, peyameke dîyar kir.

Biden bû serokê yekê yê Amerîka ye ku carê yekê peyva Cînosayd bi kar tîne.

Peyama Joe Biden wiha ye:

“Her sal di vê rojê de, em jîyanên tevahîya kesên ku di Cînosayda Ermenîyan ya di serdema Osmanî de hatine kuştin bi bîr tînin û jinûve sozê didin xwe da ku zilmek bi wî rengî dîsa ti carî pêk neyê.

Di 24'ê Nîsana 1915'an de, bi desteserkirina rewşenbîr û rêberên civatên Ermenî yên li Konstantînopolê (Stenbol) ji hêla karbidestên Osmanî ve, di kempanyeyeke tunekirinê de, yek mîlyon û nîv Ermenî hatin dersînorkirin, qetilkirin, yan jî ber bi mirinên xwe ve meşîyan.

Em qurbanên 'Felaketa Mezin' (Meds Yeghern) bi rûmet dikin da ku xofên ku qewimîn ti carî ji dîrokê winda nebin.

Em, bi bîr tînin da ku em li dijî bandora metirsîdar ya tevahîya cûrêyên nefretê hişyar bimînin.

Ji yên ku sax man, hatin mecbûr kirin ku di nav de li Dewletên Yekbûyî jî, li seranserê cîhanê, xaniyên nû û jiyanên nû bibînin.

Bi hêz û berxwedan, gelê Ermenî sax ma û civaka xwe jinûve, ava kir.

Di nava dehsalan de koçberên Ermenî, Amerîka bi awayên bêhejmar dewlemend kirin, lê wan ti carî dîroka trajîk ya ku piranîya bav û kalên wan anîn peravên me, ji bîr nekirin.

Em çîroka wan bi rûmet rezê digirin. Em wê êşê dibînin. Em dîrokê erê dikin. Em vê yekê ne jibo tawanbarkirinê, lê jibo ku tiştê qewimîye carek din neyê dubare kirin, dikin.

Îro, dema ku em şîna tiştê ku winda bûye şîn digirin, ka werin em çavên xwe li paşerojê jî vegerînin - ber bi cîhana ku em dixwazin bo zarokên xwe ava bikin.

Cîhanek ku bi xirabîyên rojane yên kevneşopî ( cûdakarî û tundrew) û bêtehemilîyê neyê leke kirin, ku tê de rêzgirtina bo mafên mirovan, û hemî mirov karibin jiyana xwe bi rûmet û ewlehî bidomînin heye.

Ka werin em biryara xweya hevpar nû bikin da ku li her heremên cîhanê pêşî li hovîtîyên pêşerojê bigirin.

Û ka werin em jibo tevahîya mirovên cîhanê başbûnê û lihevhatinê bişopînin.

Gelê Amerîkî rûmeta wan Ermeniyên ku jenosîda ku 106 sal berê îro destpê kirî de jîyanên xwewenda kirine, dike. “

Dawîya peyamê