Kempeyna Biden ragihand ku Joe Biden û Jill Biden jibo îhtîmala COVID-19 testa PCR dan çêkirin.
Doktorê Biden, Kevin O’Connor ragihand ku di encama wê testê COVID-19 nehat dîtin.
Biden, şeva Sêşemê bi Serokê Amerîka Donald Trump re beşdarî dîbeyta yekê ya seroktîyê kiribû û tirs çêbûbû ku belku ew jî korona girtibe.
Serok Trump ragihandibû ku ew û hevjîna wî Melania bi vîrusa korona ketine.
Doktorê Qesira Sipî Sean P. Conley ragihandibû ku rewişa Trump baş e û ew semptomên sivik yên vîrusa koronayê nîşan dide.
Dr. Conley ragihandibû ku Trump û hevjîna wî wê li malê di karantînê de bimînin.