Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden sernda eyaleta Wisconsin, ku bûye navenda bûyerên tundûtûjîyê, kir.
Joe Biden li bajarê Milwaukee ya Wisconsin bi malbata Jacob Blake yê reş re, ku di protestoyan de rastî êrîşî hatibû, kom bû.
Biden, bi bav, bira û parêzerê Blake re ji saetekê zêdetir rûbirû axifî, dîya Blake jî bi telefonê bi Biden re peyivî.
Parêzerê Blake dîyar kir ku Blake jî ji nexweşxaneyê beşdarîya axaftinê kiriye.
Malbata Blake dide zanîn ku ew piştî êrîşa polîsan felc bûye.
Biden piştî hevdîtina bi malbata Blake re, li Dêra Grace Lutheran ya li bajarê Kenosha beşdarî çalakîyekê bû.
Karsazên li eyaletê, rêberên civaka sîvîl û ji hêzên ewlekarîyê jî du nuner beşdarî çalakîyê bûn.