Biden Dibêje Ewê Dîsa bo Seroktîyê Bibe Berbijar

Serokê Amerîka yê Joe Biden

Serokê Amerîka yê Joe Biden şeva Çarşemê dîyar kir ku heke saxlemîya wî baş be, ewê di hilbijartina seroktiyê ya 2024'an de dîsa bibe berbijar.

Biden di hevpeyvînekê di televîzyona ABC'ê de li ser pirsa ku “gelo ewê dîsa bibe berbijar yan na” ev bersîva da.

"Ez rêzê ji qederê re digirim. Qederê di jiyana min de gelek caran tişt dîyar kirine. Wekî niha heke wê demê jî saxlemîya min baş be, ezê dîsa bibim berbijar," Biden got.

David Moir, pêşkêşvanê bernamê ji Biden pirsî ku ew dixwaze careke din bi serokê berê Donald Trump re têkeve pêşbazîyê yan na.

"Heke ew bibe berbijar, ez çima pê re nekevim pêşbazîyê. Evê perspektîfa pêşbaziyê zêdetir dike ," Biden got.

Qesra Spî berî niha jî dabû zanîn ku nêta Biden heye ku di 2024'an de carek din bibe berbijarê seroktîya Amerîkayê.

Biden yê Demokrat di sala 2024'an de dibe 81 salî.