Biden: Hêzên Amerîkî Wê Heta 31'ê Tebaxê Vekişîna ji Afganistanê Biqedînin

Serokê Amerîka Joe Biden got ku hêzên Amerîkî wê heta 31'ê Tebaxê vekişîna ji Afganistanê bi dawî bikin.

Biden, piştî wergirtina agahîyên herî dawî yên Afganistanê ji tîma xwe ya ewlekarîya netewî got ku armancên şandina hêzên Amerîkî ji Afganistanê re bi cîh hatine.

“Em jibo avakirina netewekê neçûne Afganistanê. Ew maf û berpirsîya gelê Afganî ye. Tenê gelê Afganî dikare ser siberoja xwe biryarê bide û awayê rêvebirina welatê xwe bibijêre.

Wî got ku karbidestên Pentagonê ji wî re pêşnîyar kir ku jibo parastina leşkerên Amerîkî baştir e peyvajoya vekişînê bi lezgînî pêk were.

Biden da zanîn ku di prosesa vekişînê de ti hindahîyên Amerîkî tuneye.