Biden bi Hêsiran û bi Çepikên Xurt Xatir ji Demokratan Xwest

Serokê Amerîka Joe Biden li Kongreya Demokratîk ya Neteweyî ya li Chicago tevî hêsiran xatir ji partîya xwe xwest.

Biden berî mehekê, piştî rexneyên Demokratên yên ser saxlemîya wî ji berbijarîyê vekişîbû. Wî di merasîma vekirina kongreyê de, bi danasîna keça wî Ashley û çepikên xurt derbazî kursîyê bû.

Biden di destpêka axaftina xwe de got ‘’Ez te hez dikim Amerîka!’’

Biden piştre ser wan karan peyivî ku wî û cîgira wî Kamala Harris kirine.

Serokê Amerîkî dîyar kir ku wan dema pandemîya vîrusa korona Amerîka kiriye aborîya herî xurt ya cîhanê û bi saya wan çîna navîn jî xwe nû kiriye.

Çaverê ye Harris roja Pêncşemê berbijarîya seroktîyê ya Parîtya Demokrat erê bike.

Harris dîyar kir ku ewê di hilbijartinên Mijdarê de berbijarê Partîya Komarî Donald Trump têk bibin, Wê got ku çi gava wan têkoşîn kiriye, ew bi ser ketine.

Hillary Clinton, ku sala 2016’an di hilbijartinan de li hember Trump têk çûbû, bi çepikên xurt dest bi axaftina xwe kir.

Clinton dîyar kir ku Biden rêzdarî û pisporî anîye Qesira Sipî û ewê bi Harris re rûpeleke nû ya pêşveçûnê li Amerîka vekin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê radigihîne ku Harris bi kempeynên alîkarîyê yên rekorî û bi stadyumên bi alîgirên wê tijî bûne li kongreyê bi awayekî xurt li pêş e.

Ji alîyê din ve, li derveyî kongreyê komeke alîgirên Filîstînîyan xwepêşandanek li dar xist ku Îsraîl ji Gaza vekişe.

Biden, ser sloganan got ku xwenîşander mafdar in û wî dîyar kir ku ji her du alîyan jî gelek sîvîl hatine kuştin.

Jêder: VOA, Reuters