Biden jibo Seroktîya Amerîka Jinûve Berbijarîya Xwe Ragihand

Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê ragihand ku ewê jibo hilbijartinên seroktîyê yên 2024’an jinûve bibe berbijar.

Biden biryara ser berbijarîyê bi vîdyoyekê ragihand ku tîma wî ya nû ya kempeyna hilbijartinê hazir kiribû.

Vîdyo, bi dîmenên êrîşa alîgirên Serokê berê Donald Trump ya ser Kongresê destpê dike û Biden dibêje ku berevanîya demokrasîya Amerîka karê wî ye.

‘’Çar salên berê dema ez ketim rêka seroktîyê min got ku em jibo rihê Amerîka şer dikin, em hîn jî vî şerî didomînin. Niha ne dema sersistî ye, loma ez dest bi kempeyna nû ya hilbijartinê dikim."

Biden dîyar kir ku platformên Partîya Komarî dijî azadîya Amerîka gefan çêdikin. Wî soz da ku ewê dijî hewildanên ser qedexekirina pirtûkan û kêmkirina xizmetên saxlemîyê û tengkirina bernameya Ewlekarîya Civakî têkoşînê bike.

Serok Biden niha 80 salî ye, û di dîroka Amerîka de serokê herî kal e. Jiber salên Biden, berbijarîya wî jibo Partîya Demokrat hem gaveke dîrokî ye hem jî rîsk e.

Doktorên Biden di meha Sibatê de dîyar kiribû ku ew jibo kar saxlem e. Qesira Sipî jî dibêje ku tomarên saxlemîyê wî nîşan didin ku Biden li ser xwe ye û dikare rêvebirîyê bidomîne.

Biden wê bi cîgira xwe ya niha Kamala Harris re beşdarîyê li hilbijartinên 2024’an bike.

Serokê berê Donald Trump di Mijdara borî de ragihandibû ku ewê jinûve bibe berbijarê seroktîyê yê Partîya Komarî.

Xêncî Trump, Walîyê Florîda Ron DeSantis jî jibo berbijarîyê seroktîyê ya Partîya Komarî navekî li pêş e.

Jêder: VOA, AFP