Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê ragihand ku Amerîka wê 1 mîlyar dolarên din yên alîkarîya leşkerî bişîne Ukaynayê.
“Em bi berdewamî pêgir in ku emê piştgirîya gelê Ukraynî bikin ku jîyana wan bi vî şerî hate serûbin kirin,” Biden di daxuyanîyê de got.
Serok Biden herwiha got ku Washington wê 225 mîlyonên din yên alîkarîya mirovahî bişîne Ukrayna ku ava paqij ya vexwarinê, alavên bijîşkî, xwarin û pêdivîyên saxlemîyê, sitargeh û pere jibo malbatan ku pêdivîyên bingehîn bikirin.
Di nava paketa alîkarîyê de mûşek, howitzer û Sîstemên Roketên Topavêj yên Livok jî hene ku rêberên Ukraynî bi xurtî daxwaza wan kiribûn û hêzên Amerîkî vê gave leşkerên Ukraynî li ser wê sîkahê perwerde dikin.
Cîgira Wezîra Berevanî ya Ukraynî Hanna Malyar roja Sêşemê gotibû ku bê alîkarîya Rojava ewê nikaribin di vî şerî de serketî bin.