Biden û Rêberên Dewletên Hevbend Ser Piştgirîya jibo Ukrayna Peyivîn

Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden îro Sêşemê bi dewletên hevbend re ser domandina piştgirîya jibo Ukrayna peyivîye.

Li gor ragihadina Qesira Sipî, Biden bi rêberên Kanada, Almanya, Îtalya, Japonya, Polonya, Romanya, Brîtanya û Fransa re axifîye.

Biden bi rêberên NATO,K Komîsyona Ewrupa, Konseya Ewrupa re jî ser piştgirîya jibo Ukrayna danûstandin kiriye.

Qesira Sipî dîyar kir ku ewê teksteke ser danûstandina jibo piştgirîya Ukrayna were weşandin.

Di budçeya dawî ya Amerîka de piştgirîya jibo Ukrayna tunebû ku vê yekê fikar çêkirin ku Washington dê piştgirîya nede Kîevê.

Jêder: Reuters