Biden Ji Bo Merasîmên Binaxkirina Şah Elizabeth Diçe Brîtanyayê

Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden roja Şemiyê diçe Brîtanya ji bo rêzhînana li şah Elizabeth ya duyem, di demekê de têkiliyên Amerîka û Brîtanyayê di qonaxeke veguhêz re derbas dibin û hem şahekî nû û hem jî serokwezîreke nû li wir bi cih dibin.

Nêzîkatiya tund ya serokwezîr Liz Truss ji Rûsya û Çînê re wê di heman rûpelê de bi Biden re dihêle.

Lê destnîşankirinaTruss ya 47, ku carekê pêwendiya Amerîka û Brîtanya wekî "taybet lê ne bêhempa" bi nav kirin, dikare di hevkariya seranserî Atlantîk de li ser bazirganiyê û biwarên din destpêkeka nû nîşan bide.

Xema mezin ji bo karbidestên rêveberiya Biden di destpêka serkirdayetiya serokwezîr Truss de ew bû piştgirîkirina wê ya yaseyekê ku dê beşên danûstandinên bazirganiyê yên piştî Brexitê li Îrlanda Bakur hilweşîne.

Şîrovekar dibêjin ev gav dikare bibe sedema aloziyeke kûr di navbera Brîtanya û Yekîtiya Ewropî de, û aştiya li Îrlanda Bakur têk bibe.

Peyvdara Koşka Spî Karine Jean-Pierre got ku ev tevger "dê jîngeheke guncan neafirîne" ji bo çêkirina peymanek bazirganî ya Amerîkî Brîtanî ya çaverêkirî ku ji hêla Truss û Partiya wê ya Muhafezekar ve tê xwestin.

Çavkanî: AP