Belge Nîşan Didin Ku Biden Di Berhevkirina Alîkariyên Hilbijartinan De Li Paş Trump E

Helmeta nû-helbijartinê ya Serok Joe Biden di meha borî de, bi qasî 20 mîlyon dolar alîkarî ji piştevanên xwe, berhev kirine.

Hevdem, li gorî daneyên darayî yên doh Şemiyê hatin weşandin, rikeberê wî, serokê berê û berbijarê komarîyan Donald Trump 22 mîlyon dolar berhev kirine.

Aşkerekirinên ku ji Komîsyona Hilbijartinê ya Federal re hatine ragehandin destnîşan dikin ku pêşbirkeya diravî ya berbijêran ya beriya hilbijartinên serokatiyê ya Mijdara 2024-an, gelekê gerim û nêzîkî hev e.

Di pêvajoya komkirina alîkariya dirvî de ji bo lêçona helijartinan, serok Biden li paşe. Dema ku namzetê Demokratan bû di 2011an de, Barack Obama 37 mîlyon dolar berhev kirin.

Trump di Hezîrana 2019 de zêdetirî 56 mîlyon dolarên alîkariya piştevanên xwe kom kirin.

Çavkanî: Reuters