Biden Bi Dê û Bavê Rojnamevanê Amerîkî Austin Tice Re Kom Bû

Marc û Debra Tice, bav û diya Austin Tice

Peyvdara Koşka Spî got serokê Amerîka Joe Biden roja Duşemê li Koşka Spî bi dê û bavê Austin Tice re, rojnamevanê Amerîkî ku nêzîkî deh sal berê hatibû revandin, dema ku şerê li Sûriyê dişopand, civiya.

Jen Psaki di daxuyaniyekê de got, "Di hevdîtina wan de, serok sozdariya xwe dubare kir ku dê bi hemî rêyên berdest karê xwe bidomîne ji bo vegera Austin bo malbata wî."

Wê got, "Civîna îro li ser gelek civîn û axaftinên di navbera malbata Tice û tîmê ewlekariya niştimanî ya serok de hate avakirin, û dê peywendiyên wan berdewam bin li gel malbata Tice û malbatên din ên Amerîkî ku li derve wek barimte an bi şaşî hatine girtin.”

Civîn tê piştî ku Biden û dê û bavê Tice roja Şemiyê beşdarî xwarina Komeleya Nûçegihanên Koşka Spî bûn, ku rêz hate girtin li Tice û rojnamevanên din ên hatinî kuştin, birîndarkirin an girtin di dema şopandina şer û pevçûnan de.

Tice ku rojnamevanekî serbixwe û serbazekî deryayî yê berê yê Amerîkî bû, di sala 2012an de li xaleke kontrolê li nêzîkî Şamê hate desteserkirin. Ji wê demê ve tenê vîdyoyek ku wî sax nîşan dide bi eşkereyî hatiye belavkirin.

Serbazekî din yê berê, Trevor Reed, hefteya borî ji zindaneke Rûsyayê hate berdan di operasyoneke hevguhertina girtiyan de.

Jêder: AFP