Biden Nameyekê li dor Êrîşên Amerîka li Sûriyê ji Kongrêsê Re Dişîne

Serokê Amerîka Joe Biden roja Înê nameyek ji Kongrêsê re şand û tê de qala êrîşên Amerîka li Sûriyê kir.

Biden nameya xwe arastey serokê encûmena nûneran û seroka sînatoyê(cîgira serokê Amerîka) kir û got:

“Wekî ku min berê jî ragihandibû, Di 23ê Adara 2023an de komên milîs ên girêdayî Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê zincîrek êrîş li dijî kesayetî û navendên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê pêk anîn û di encamê de girêbestkarekî Amerîka hat kuştin û şeş kesên din jî birîndar kirin, di nav de jî pênc serbazên Amerîkî. Êrîşa 23ê Adarê piştî çend êrîşên berê li dijî hêzên Amerîkî li Sûriyê hat. Van êrîşan jiyana kesayetiyên Amerîka û Koalîsyonê xistine binmetirsiya berdewam.”

Biden got,”Bi fermana min, di 23ê Adara 2023an de, hêzên Amerîkayê li hember van zincîre êrîşan û berdewamiya gefên êrîşên paşerojê, êrişên armanckirî li rojhilatê Sûriyê pêk anîn. Êrîşên teqez li navendên ku komên girêdayî Pasdaran ji bo fermandarî û kontrolê, depokirina cebilxaneyan, û mebestên din bikar tînin hatin kirin. Ew bi awayekî ku ji bo pêşîgirtinê, sînordarkirina metirsiyan, û dûrketina ji qurbaniyên sivîl pêk hatin. Min êrîşên 23ê Adarê bi mebesta parastin û berevanîya ewlekariya kesyatiyên xwe, ji bo kêmkirin û têkbirina zincîreyên berdewam ên êrîşên li dijî Amerîka û hevkarên me, û ji bo rêgirtina li êrîşên bêhtir yên dijî kesayetî û bingehê Amerîkayê ku ji aliyê Komara Islamî ya Îranê û komên milîsên piştgirên Îranê dibin pêk anîn.”

Wî di berdewamiya nameya xwe de anî ziman ku ”min ev kiryara leşkerî li gorî berpirsiyariya xwe ya parastina welatiyên Amerîka li hundur û derve û ji bo pêşdebirina ewlehiya neteweyî û berjewendîyên siyaseta derve ya Amerîka, li gorî desthilata xwe ya destûrî wekî fermandar û Serekê Cîbicîkar birêve bir. Amerîka ev kiryara pêwîst û bi rêkûpêk li gorî qanûnên navneteweyî, û bi karanîna mafê xweparastinê yê bingehîn yê Amerîka ku di xala 51ê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî de xuya dike, kir. Amerîka amade ye ku gavên din bavêje, wekî ku pêdivî û guncaw in, ji bo çareserkirina gef an êrişên din.”

Biden di dawiya nameya xwe de nîşan bi wê yekê da ku “ez vê raporê wekî beşek ji hewildanên xwe pêşkêşî dikim ku Kongrês bi tevahî agahdar bikim, li gorî Biryarnameya Hêzên Şer (Qanûna Giştî 93-148). Agahiyên zêde di pêvekek nepenî de têne peyda kirin. Ez piştgiriya Kongrêsê ya di vê çalakiyê de bi bilindî dinirxînim.

Çavkanî: Koşka Spî