Biden ji Endamtîya Swêdê Kêfxweş E

Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê şabûna xwe dîyar kir ku Swêd tev li NATO dibe û ew biryar wek kêlîyeke dîrokî bi nav kir.

Biden got ku endamtîya Ukrayna ya bo NATO hîn jî tê nirxandin û Washington wê piştgirîya nexşerêya jibo Kîeve bike ku di dawîyê de rê li ber tevlêbûna Ukrayna ya nava NATO veke.

Lê, Serokê Ukyanî Volodymyr Zelenskyy helwesta endamên NATO rexne kir ku jibo endamtîya Ukrayna heta niha demeke zelal nedaye wan.

Zelenskyy ser awayê danûstandinên derbarê endamtîya welatî wî nerazîbûna xwe dîyar û got ku Ukrayna hêjayî rêza hevbenda e.

“Em hevalbendên xwe bi nirx dibînin, lê Ukrayna jî hêjayî rêzdayînê ye,” wî li ser Twitterê nivîsî.

Wî bi berdewamî got ku biryareke pir bê wateye ku NATO jibo rewşa endamtîya Ukrayna demeke zelal nîşan nade.

“Tiştekî nedîtî û sosret e ku jibo vexwendin û endamtîya Ukrayna nexşerêyeke dîyarkirî nehatiye danîn. Nezelalî lawazî ye û ezê wê mijarê di hilcivînê de bi zelalî vekim.”

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Duşemê ragihandibû ewê nema dijberîya serlêdana tevlêbûna Swêdê ya NATO bike û parlamana wan wê di demeke kin de wê daxwazê erê bike.