Serokê Amerîkî Joe Biden derbarê ketina rejîma Sûrî gotareke pêşkêş kir, tê de got ku ewê hêzên Amerîkî li Sûrîyê bimînin.
Di gotarekê de roja Yekşemê ji Koşka Sipî, Biden got ku roxandina rejîma berê ya Beşar el Esed "karekî bingehîn yê dadmendîyê" bû. Lê wî herwiha anî ziman ku ev yek "kêlîkeke rîskê" li Rojhilata Navîn e.
Serokê Amerîkî dîyar kir ku hêzên Amerîkayê dê li Sûrîyê bimînin da piştrast bikin ku mîlîtanên DAIŞ'ê sûdê ji alozîya li Sûrîyê negirin û jinûve xwe bihêz nekin.
Dora 900 leşkerên Amerîkî li Sûrîyê hene ku beşek in ji koalisyoneke navnetewî ya dijî DAIŞ'ê. Ew di vî şerî de alîkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dikin.
Biden dîyar kir ku hêzên Amerîkî roja Yekşemê hejmareke êrîşên esmanî li dijî bingehên DAIŞ'ê pêk anîne.
Serokê Amerîkî got ku bi saya kiryarên hêzên Amerîkî û hevalbendên wan, piştgirên Sûrîyê, anku Rûsya, Îran û Hizbullah, lawaz bûne.
"Ev cara yekê ye" ku wan nikarîbû berevanîya desthilatdarîya Esed bikin, Biden got.